Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê Fransa li ser rewşa Sûriyê axivîn

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê li gel şandeke Fransayê civiya û şanda mêvan silav û rêzê Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihande Nêçîrvan Barzanî û cardin pîrozbahiya destbikarkirinê weke Serokê Herêma Kurdistanê lê kir.

Şanda Fransayê ji Nûnerê Taybet ê Serokê Fransayê bo Karûbarên Sûriyê François Sienimo û Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê Dominic Mass pêk hatibû.

Şanda Fransayê tekezî li berdewambûna piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û bihêzkirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê kir.

Di civînê de ku îro Pêncşema 4ê Tîrmeha 2019an li Hewlêrê birêve çû, Serokê Herêma Kurdistanê spasiya piştgirî û alîkariyên berdewam ên Fransa û Macron ên ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di qonaxên dijwar de û tekezî li pêşvebirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê di hemû waran de kiriye.

Gotûbêjkirina rewşa Sûriyê, hewldanên navdewletî yên ji bo çareserkirina qeyrana wî welatî, vegerandina seqamgîrî, dabînkirina aştî, geşedanên herî dawî yên navçeyê û pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê aliyekî din ê civînê bûn.