Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hevpeymaniya Navdewletî: Zêdekirina hevahengiya bi Pêşmerge re ngirîng e

 

Hewlêr-KDP.info- aspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeke leşkerî ya pilebilind a Hevpeymaniya Nvadewletî bi serokatiya General Alex Grynkewich berdewamiya hevahengiya Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Pêşmerge bi girîng zanîn.

Îro 1.7.2019 Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandariya Giştî ya Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê general Alex Grynkewich û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de pêşhat û rewşa Rojhilata Navîn û kordînasyon û hevkariya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeyman hat axaftin.

Mesrûr Barzanî behsa rol û bandora hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan di şerê DAIŞê de kir û anî ziman ku pêwîst e ew hevahengî û hevkarî bidome.

Ji aliyê xwe ve, şanda bilind a Hevpeymaniya Navdewlet spasiya Herêma Kurdistanê kir ku bi hêzên Hevpeymanan re hevkariyê dike, ji serokê nû yê hikûmetê re jî serkeftin xwast, ku berdewamiya hevahengiyê rola wê ji bo parastina destkeftan û rêgirtina li serîhildana teroristan dibe.

Di civînê de behsa mekanîzma hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên Hevpeymanan di şerê DAIŞê de jî hat kirin.