Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çalakvanên Başûr: Bila PKK berjewendiyên Başûrê Kurdistanê li berçav bigre

Helebçe-KDP.info- Ji ber hebûna çekdarên PKK li navçeyên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê berdewam artêşa Tirkiyê axa Herêma Kurdistanê bordûman dike û welatiyên sivîl dibin qurbanî. Çavdêrên siyasî û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê dibêjin, bila PKK rewş û berjewendiyên Herêma Kurdistanê li berçav bigre û ji wan navçe û gundan derkevin.

Çavdêrê Siyasî Dilşad Namiq ji malpera KDP.info re wiha got: “Ji ber ku PKK li Başûrê Kurdistanê ye û xwe li vir bihêz û qayim kiriye, berdewam gefan li Tirkiyê dike û Tirkiye jî ji wê hincetê dibîne û artêşa xwe dişîne ser Herêma kurdistanê û balafirên wê jî li gund û navçeyên Herêma Kurdistanê didin û ji ber vê yekê jî ziyaneke mezin dighê mal û canê xelkê wan navçeyan. Mixabin PKK navendên xwe aniye nava gundan û di nava gundan de karê xwe dikin, lewma jî balafir li gundan didin û xelk dibin qurbanî û zevî û baxên wan dişewitin.”

Ehmed Harûnî Çalakvanê di warê civaka sivîl de jî dibêje: “Hebûna PKK li navçeyên avedankirî yên Herêma Kurdistanê sebeba wê yekê ne ku balafirên Tirkiyê berdewam li axa Başûrê Kurdistanê didin, ku di encamê de welatiyên bê gunh dibin qurbanî, lewma jî pêwîst e PKK tevahiya çekdarên xwe ji wan navçeyan dûr bike. Nabe hêzek ku bêje ez xebata netewî dikim û bê û ziyanê bighîne ezmûn û berjewendiya Herêma Kurdistanê.”

Rêbîn Rehîm nivîskar û rojnamevan wiha dibêje; “PKK li Başûrê Kurdistanê kêşe û arîşeyan ji xelkê re derdixin û hincetê dide Tirkiyê ku axa Başûr topbaran bike û axa wê dagîr bike. Ziyanmendê yekem jî Herêma Kurdistanê û xelkê wê ne ji wan êrîşên Tirkiyê. Bila PKK rewş û berjewendiyên Herêma Kurdistanê li berçav bigre û ji wan navçe û gundan derkevin.”