Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Li gundên Ranye gundî bê razîbûna PKKê nikarin ji gundê xwe derkevin”

Ranye-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li devera Pisder û Bîtwên Hîwa Geylanî dibêje, PKK destê xwe daniye ser navçeyeke berfireh li devera wan û bac û pereyan ji xelkê Herêma Kurdistanê distîne û xelkê hinek gundên wê deverê bê razîbûna PKK nikarin biçin û bên.

Hîwa Geylanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKK destê xwe danîne ser navçeyeke berfireh li sînorê Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî li sînorê herdû qezayên Ranye û Qeladizê. Jibilî ku rêgir in li avedankirina bi sedan gunên navçeyê, û ew gundên ku avedan in jî ji ber PKK di rewşeke xerab de ne.”

Geylanî wiha got: “Çekdarên PKK li quntara Qendîlê û li gelek navçeyên din nahêlin xizmetguzarî bighên wan navçeyan û vê yekê hincet daye Tirkiyê ku li navçeyê bidin û di dawiyê de her welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê baca wê şaşîtiya PKK didin û dibin qurbanî.”

Wê berpirsê PDKê wiha domand: “Çekdarên PKK li ser sînor bac û pereyan ji xelkê Herêma Kurdistanê distînin û li hinek gund jî gundî bê razîbûna PKKê nikarin biçin û bên.”