Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Navçeya Aram nêzîk bûye..Pêşmergeyên Roj dê roleke sereke bibînin”

 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê Kurd li Rojavayê Kurdistanê Ebdulrehman Apo dibêje, çareseriyek li cem Fransa heye ji bo rewşa Sûriyê û di pêşerojê de dê berhema wê bê dîtin. Herwiha dibêje, li gorî pilana welatên mezin îsal dê Navçeya Aram ava bibe û Pêşmergeyên Roj dê roleke sereke di parastina wê navçeyê de bibînin.

Ebdulrehman Apo Serkirdeyê ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Avakirina Navçeya Aram li Sûriyê nêzîk bûye, lê dema wê bi dirûstî nexuya ye, ku li ser pêşniyara Fransa û bi razîbûna Amerîka Nançeya Aram tê diyarkirin. Ew hêzên ku li ser erdê dê rewşê kontrol bikin dê hêzên Kurdî bin, bi taybetî jî hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku bi navê Leşkerê Roj tê naskirin.”

Apo wiha got: “Em her ji serî de ligel pêşniyara avakirina Navçeya Aram bûne li Sûriyê. Herwiha em dixwazin hemû Rojavayê Kurdistanê bikeve çarçoveya Navçeya Aram de, ji Dêrik û Şedadê heya bighê Efrînê. Me ev daxwaz gihandiye welatên mezin jî.”