Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fermandarê Hêzên Sînor: PKK hincetê bombebaranê dide Tirkiyê

 

Bexda-KDP.info- Lîwa Şêrko Zengene Fermandarê Hêzên Pasevanî yên Ser Sînorê Herêma Kurdistanê ku ser bi Hikûmeta Iraqê ve ye, dibêje PKK hincetê dide Tirkiyê ku navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran bike.

Lîwa Şêrko Zengene ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek hêzên pasevanî ser sînor rojane Hikûmeta Iraqê ji ziyanên Herêma Kurdistanê agahdar dikin, ji ziyanên madî û heya bi ziyanên canî, lê hênceta Tirkiyê ji wan topbaran û bobebaranan ew e ku PKK li wan navçeyan e.”

Zengene wiha got: “Em bi rêya Hikûmeta Iraqê berdewam Hikûmeta Tirkiyê agahdar dikin ji ziyanên navçeyên sînorî, ji ber ku ziyaneke mezin dighê xelkê navçeyên sînorî û ew xelk di rewşeke pir xerab de ne û berdewam di nava tirsê de ne.”

Lîwa Şêrko Zengene wiha domand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanêjî berdewam ligel Tikriyê behsa vê pirsê dike, ji bo ku wê bordûmanê rawestînin.”