Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê li ser bombebaranên Tirkiyê: Axa me nekin meydana şer

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bombebaranên li ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê û şehîdbûna hejmareke welatî daxuyaniyek belav kir û tê de got ku ew qebûl nakin û rê nadin axa Herêma Kurdistanê ji bo êrişkirin û têkbirina asayişa welatên cîran were bikaranîn, ku ji ber wan êrîşam jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê.

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha ye:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiranî û nîgeraniya xwe ya kûr ji ber ketina qurbaniyên sivîl di encama bombebarana deverên sînorî yên li gel Tirkiyê de nîşan dide û sersaxiyê ji malbat û xizmên wan re dixwaze.

Hebûna çekdarên PKKê li wan deveran û nêzîkbûn û hatina wan a bi qestî bo nav gund û avahiyan, bêbakane jiyana gundnişînên wan deveran xistiye metirsiyê, herwiha bûye sedema rêgiriya vegera jiyan û avakirina wan gund û navçeyan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl nake û rê nade axa wê ji bo êrişkirin û têkbirina asayişa welatên cîran were bikaranîn, ku ji ber wan êrîşan jî jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê.

Navçeyên sînorê yên Herêma Kurdistanê divê nebin meydana şerê leşkerî û bombebaranan, çekdarên PKKê divê ji gundnişînan dûr bikevin û jiyana wan nexin nava metirsiyê de.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bûyer û bombebaranên çend rojên derbasbûyî yên li deverên sînorî, dilgiraniya xwe gihandiye Tirkiyê û em daxwaz dikin dubare nebe.”