Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan: Emê pêwendiyên xwe bihêz bikin

Stenbol-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan û di civînê de Serokomarê Tirkiyê pîrozbahiya destbikarkirina weke Serokê Herêma Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pîrozbahiya destbikarkirina weke Serokê Herêma Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Hêviya xwe anî ziman ku kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn û tekezî li ser daxwaza Tirkiyê ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê kir, herwiha piştgirî û kêfxweşiya xwe ji bo gotûbêj û pêşveçûna peywendiyên Hewlêr – Bexdayê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasî kir û tekezî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê bi giringî ve li peywendiyên li gel Tirkiyê dinêre û daxwaz dike ku zêdetir peywendiyên herdu aliyan pêşve biçin, bi taybetî di warê aborî û zêdekirina qebareya danûstandina bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Tirkiyê.

Di civînê de ku îro Îna 21ê Hezîrana 2019an li Stenbolê birêve çû, herdu aliyan rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê bi giştî, metirsiya serîhildana DAIŞê, rewşa deverên azadkirî ji terorê, vegera aware û penaberan, aramî, seqamgîrî û avakirina deverên wan û çend mijarên din gotûbêj kirin.