Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî daxwaz ji Kurdên Rojava kir: Herdem bi hêvî û îradeyeke bihêz bin

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye (PDK-S) civiya û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir ku herdem bi hêvî û îradeyeke bihêz bimînin.


Îro Pêncşema 20.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Sekreter û Endamên Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye civiya.

Di civînê de Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye Siûd Mela bi kurtî behsa rewşa siyasî ya Sûriyê û rewşa welatiyên Kurd li wî welatî û guhertinên dawî kir, herwiha siyaset û beşek ji kar û çalakiyên siyasî yên partiya xwe ji bo Serok Barzanî şîrove kirin.

Herwiha şanda mêvan spasî Serok Barzanî jî kir ku her ji dema destpêkirina kirîza Sûriyê ve û hatina DAIŞê û kêşeyên din, Serok Barzanî herdem piştevan bû bo gelê Kurd li Sûriye û ev yek jî cihê hêviyeke mezin e ji bo gelê Kurd li Sûriye.

Her di vê civînê de Serok Barzanî jî gotarek ji bo amadebûyan pêşkêş kir û behsa rewşa siyasî ya li ser asta navçeyê û navdewletî kir û jibilî ku dilgiraniya li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriyê nîşan da, herwiha şîret û rênîşanderên pêwîst da şanda mêvan.

Herwiha Serok Barzanî spasî xweragiriya endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye û welatiyên Kurd li Sûriyê kir û daxwaz jî kir ku herdem bi hêvî û îradeyeke bihêz bimînin.