Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şêwirmendê Sekreterê NY: Tawanên DAIŞê li Kurdistanê jenosayd in

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Yarîdeder û Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku tawanên DAIŞê li Iraq û Kurdistanê dikevin xala çarçoveya jenosaydê de.


Îro Sêşema 18.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Kerîm Esed Ehmedxan Yarîdeder û Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞê û şanda pê re kir.


Di hevdîtinê de Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞê, pesnê rola Serok Barzanî di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de kir û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şikandina terorîstên DAIŞê de hebû.

Kerîm Esed Ehmedxan Serok Barzanî li erk û karê xwe agahdar kir ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞê pê hatiye raspardin û destpêkirina proseya dadgehkirina wan endamên DAIŞê ku destên wan di tawanan da hebûye. Ji bilî balkişandina ser şikandina DAIŞê li rûyê serbazî ve got ku ew tawanên li Iraq û Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve hatine encamdan diçin çarçoveya jenosaydê.

Herwiha tekez jî li wê yekê kir ku hewla rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bo dadgehkirina tawanbarên DAIŞê, bi navê cûdakirina tawanbaran û çêkirina bingeha aştevayî niştîmanî ye.

Daxwaz jî kir ku aliyên pêwendîdar ên li Herêma Kurdistan û Iraqê hevkarê tîma rêxistina Neteweyên Yekgirtî bin. Herwiha ragihand ku di vê erkê de pêwîstî bi berdewamiya şîret û rênîşandana Serok Barzanî heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî pêzanîna wê biryara rêxistina Neteweyên Yekgirtî, bi erkekî pîroz da zanîn û piştevaniya xwe ya tevahî ya bi navê dadgehkirin û sizadana tawanbarên DAIŞê ji bo vê hengavê ragihand.

Her di vê civînê de Serok Barzanî amaje bi qurbanîdana gelê Kurdistan û Pêşmerge di şerê terorîstan de û tekezî li ser wê yekê kir ku ji bilî wan hemû êşên li ser gelê Kurdistanê hatine, gelê Kurdistanê bi navê vekirina rûpeleke nû û aştevayî da tu demekî dest ji bo tolhildanê nebiriye.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste ser gefên DAIŞê û ragihand ku rast e DAIŞê li rûyê serbazî ve şikaye lê belê gefên DAIŞê her mane û ew gef tevahiya cîhanê kiriye armanc. Serok Barzanî eve jî bi şanda mêhvan ragihand ku armanca terorê dirustkirina nakokî û dijayetiya di navbera olan e û evyek jî mijareke metirsîdar e, ji bo wê yekê rûbirûbûna wê metirsiyê hewl û hemahengiya hemû aliyên navdewletî pêwîst e.