Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Divê parêzgarê Kerkûkê berbijêrê YNK û yê PDK jî be

 
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku divê berbijêrê ji bo kursiyê parêzgarê Kerkûkê berbijêrê PDK û YNKê be.
 
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka ragihandiye: “Rêkeftina siyasî hatiye kirin di navbera PDK û partiyên ku dê di hikûmetê de beşdar bibin û niha Mesrûr Barzanî serdana wan partiyan dike ji bo ku ew partî navê xwe amade bikin ji bo nava hikûmetê. Her kesek ku bibe serokê hikûmetê dixwaze hikûmeta wî serkeftî be ji bo ku bernameya xwe ya hikûmî cîbicî bike, lewma jî pêwîstiya wî bi wezîrên jêhatî û pispor heye, da ku karibe xizmeta xelkê Kurdistanê bikin, lewma jî dema partiyên siyasî navê xwe pêşkêş bikin eger têbîniyên serokê hikûmetê li ser navekî hebe, dibe ku bi hevahengî ligel wî partiyê daxwaza guhertina navê wî bike.”
 
Mehmûd Mihemed wiha dibêje: “Roja 1ê meha 7an dê bêhinvedana havînî ya Parlamentoya Kurdistanê destpê bike û divê heya wê demê Mesrûr Barzanî hikûmeta xwe amade kiribe ji bo parlamentoyê. Lê ya rastî ew e ku partiyên siyasî lihev kirine û wezaret û kursî hatine parvekirin û tenê maye ku navê berbijêran bê diyarkirin û ev yek jî bivê heya serê mehê bidawî hatibe. Cem PDK ti pirsgirêk tune ye û navên me dê amade bin dema ku serokê hikûmetê daxwaza nava bike. Emê navê berbijêrên xwe li ser bingeha jêhatîbûnê û pisporbûnê diyar bikin. Herwiha dê navên me ji hemû navçeyên Kurdistanê bin. Herwiha beşek mezin ji wan Cviyên ku di nava PDKê de hatine pêşêşkirin, navê jinên PDKê ne, ku jinên jêhatî û şareza û pispor in û dixwazin di nava hikûmetê de kar bikin.”
 
Derbarê meric û daxwazên YNKê li ser yekalîkirina kursiyê parêzgarê Kerkûkê ji bo ku YNK di hikûmetê de beşdar bibe, Berdevkê PDKê wiha ragihandiye: “Me û YNK lihev kiriye ku Serok Mesûd Barzanî û Kosret Resûl mijara Kerkûkê û parêzhar çareser bikin. Ji zû de me ji YNKê re gotiye ti pêwendiya pirsa Kerkûkê û pirsên kursiyên Bexdayê bi avakirina hikûmeta Kurdistanê tune ye û pêwîst e her mijarek bi tenê bê çareserkirin. Niha ya baş Serok Barzanî û Kosret Resûl pirsa danîna parêzgarê Kerkûkê çareser bikin. Gerek pirs wisa çareser bibe ku berbijêrê ji bo parêzgarê Kerkûkê, berbijêrê me herdû aliyan be, ku nabe YNK bêje ev berbijêrê min e û dê ev kes bibe parêzgar. Bila em û YNK û partiyên din ên Kurdistanê û pêkhateyên Kerkûkê jî bi hevre kesekî bikin parêzgarê Kerkûkê, da ku bi rola xwe rabe û xwedî bandor be û xwedî piştgîrî be jî. Herwiha divê Bexda jî wî kesî qebûl bike û divê em kar bikin ji bo ku em bihêlin Bexda wî qebûl bike.”