Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Wezareta Karûbarên Şehîdan dê ji bo Partiya Sosyalîst be

 

Silêmanî-KDP.info- Serokwezîrê erkdarkirî ji bo avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pişka Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê di kabîneya nû de eşkere kir û got: “Di kabîneya nû de Wezareta Şehîdan dê ji Partiya Sosyalîst re were dayîn.”

Mesrûr Barzanî serdana Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir û li gel Sekreterê wê partiyê Mihemed Hacî Mehmûd civiya.

Mesrûr Barzanî piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku ji bo behskirina beşdarîkirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kirine, li ser wê yekê ku wezîrê xwe namzet bikin û CV were amadekirin ji bo ku pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê were kirin. Herwiha çendîn mijarên din jî hebûne ku herdu aliyan li ser axivîne.

Li ser pirsa "Gelo di kabîneya nû de Partiya Sosyalîst dê kîjan wezaretê werbigre?" Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ya Partiya Sosyalîst e, em hêvî dikin ku serkeftî bin.”

Mesrûr Barzanî wiha got: “30 roj li pêşiya me ne ji bo avakirina hikûmeta nû, lewma jî em hêvî dikin beriya 30ê meha 6an nav û Cviyên kandîdan ji bo hikûmetê hatibin pêşkîşkirin û em hikûmeta nû rabighînin.”