Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Ji bo avakirina hikûmetê emê serdana Silêmaniyê bikin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê erkdarkirî yê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, armanca serdanên xwe yên bo aliyên siyasî, weke ji bo wergirtina CVyên wezîran bi nav kir û got ku di du rojên bê de serdana Silêmaniyê dike.

Piştî civîna li gel Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Mesrûr Barzanî ragihand: “Ji ber ku PDK serkeftiyê yekem ê hilbijartinan bû, me berî hemûyan serdana PDKê kir û em bîr û baweriyên me yên ku li ser çawaniya pêkanîna hikûmetê hebû û pişka ku dikeve ber PDKê, axivîn. Em dê di rojê bê de serdana aliyên din bikin û di van yek du rojan de biçin Silêmaniyê.”

Mesrûr Barzanî derbarê armanca serdana wî ya bo aliyên siyasî de li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand: “Armanc gotûbêjkirin e li ser pişkên aliyên di hikûmetê de.” Herwiha eşkere kir: “Berî niha rêkeftin li ser çawaniya dabeşkirina wezaretan hatiye kirin, niha em daxwaza CVyên wezîran dikin ji hemû aliyan, daku di dema diyarkirî de em bikarin kabîneyê bixin ber parlamentoyê.”

Mesrûr Barzanî derbarê wê yekê de ku "li ser çi bingehê wezîr têne hilbijartin" diyar kir: “Aliyên ku di hikûmetê de beşdar in, divê ew bi xwe kesên ku ji bo wan baş e û binemaya wan têde be bikarin bibin wezîr, diyar bikin û em jî li ser wê bingehê lîsteyan werdigrin.”