Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kiliçdaroglu pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di pîwendiyeke telefonî de ji bo destbikarkirina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî lê kir û jê re serkevtin xwest.

Kemal Kiliçdaroglu di pêwendiya telefonî de gotiye ew kêfxweş e ku Nêçîrvan Barzanî wekî serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin û ew dixwaze ligel wî hevdîtinê pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî jî di beramber de spasiya Kiliçdaroglu kiriye û amaje bi bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Enqerê kiriye.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye ku dema ew serdana Tirkiyê bike dê kêfxweş be hevdîtinê bikin