Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî erkdar kir ji bo avakirina hikûmetê

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî Mesrûr Barzanî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê erkdar kir.

Îro Çarşema 12.6.2019 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî erkdar kir ku hikûmeta xwe ava bike.

Di merasima erkdarkirinê de, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd jî amade bû.

Li gor yasayê, serokwezîr piştî ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve tê erkdarkirin, 30 rojan derfeta wî heye ku hikûmeta xwe ava bike.