Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Brîtanya: Em serkeftinê ji Nêçîrvan Barzanî re dixwazin

 

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya destbikarbûna wî wek Serokê Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Brîtanya peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.

Îro Çarşema 12.6.2019 di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn Dr. Endros Morîsin bi navê Hikûmeta Brîtanya pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest di erk û karê wî de.

Her di wê telefonê de, wezîrê Brîtanî tekez kir li ser bihêzkirina pêwendî û têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de di hemû waran de, ew jî di bin rêbertiya Nêçîrvan Barzanî de.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê spasiya pêwendiya telefonî ya wezîrê Brîtanya û pîrozbahiya wî kir û herwiha spasiya Brîtaniya kir ku di demên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kir û got ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe ligel Brîtanya di hemû waran de zêdetir pêş bixe.