Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Kurdên Sovyeta berê beşekî giranbeha ne ji gelê Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandekê ji Federasyona Navdewletî ya Kurdên welatên Sovyeta berê kir û di wê hevdîtinê de got, Kurdên welatên Sovyeta berê beşekî giranbeha ne ji gelê Kurdistanê.

Îro Sêşema 11.06.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Federasyona Navdewletiya Kurdên welatên Sovyeta berê ya bi serokayetiya Dr. Kinyaz Îbrahîm Mîrzayov kir.

Di hevdîtinê de şanda mêhvan pîrozbahiya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê nû yê Herêma Kurdistanê li Serok Barzanî kir. Herwiha spasî Serok Barzanî kirin ku ji bo parastina gelê Kurdistanê xebat û ked û Pêşmergayetiyeke dûr û dirêj kiriye.

Şanda mêvan got ku Serok Barzanî cihê hêviya hemû Kurdekî li cîhanê ye. Daxwaz jî kirin ku têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kurdên Rûsya û Asyaya Navîn û revende Kurdî ya dervey Kurdistanê, bihêztir bibin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî şanda mêhvan kir û ragihand Kurdên welatên Sovyeta berê beşekî giranbeha ne ji gelê Kurdistanê, û pêgeh û girîngiyeke taybet a wan ji bo Herêma Kurdistanê heye.

Serok Barzanî jibilî behsa dîroka pir bi êş a gelê Kurd kir, got ku ev azadî û pêşveçûna ku niha li Herêma Kurdistanê heye berhema xweragiriya xelk û qehremaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê