Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ocalan: Pêvajoya aştiyê li Bakur dikare li ser destê Nêçîrvan Barzanî destpê bike

 

Hewlêr-KDP.info- Kesayetiya siyasî ya Bakurê Kurdistanê Osman Ocalan dibêje, Nêçîrvan Barzanî kesayetiyekî bihêz e li deverê û bi baweriya min dê li ser destê wî pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê destpê bike.

Osman Ocalan ji malpera KDP.info re behsa hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê kir û wiha got: “Nêçîrvan Barzanî kesayetiyekî bihêz e li deverê û bandora wî mezin e li ser partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û yên Iraqê jî. Lewma tê çaverêkirin ku di nava 4 salên bê de aramî û avedaniyeke zêde li Herêma Kurdistanê bicîh were, ew ji ber karîzma û ezmûna siyasî ya Nêçîrvan Barzanî.”

Derbarê bi cîhanîna aştiyê li Bakurê Kurdistanê jî, Ocalan ragihand: “Partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê karîzma Nêçîrvan Barzanî fam kirine û bandora wî li ser wan mezin e. Herwiha dewleta Tirkiyê jî pêwendiyên wê ligel Nêçîrvan Barzanî pir baş in.”

Osman Ocalan wiha domand: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xwe kesekî aştîxwaz e û bi baweriya min dê li ser destê wî proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê di pêşerojê de destpê bike, ku ev yek jî vedigere bo dîplomasî û xemxarina wî.”