Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî lê kir. Herwiha piştevaniya xwe bo wî dubare anî ziman.
Tekesta peyamê:
“Bi boneya sûndxwarin û destbikarbûna serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî dike.
Bi boneya destbikabûna serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyeka gerim li birayê xwe yê rêzdar kak Nêçîrvan Barzanî dikim û hêvîdar im ev erekê pîroz bi baştirîn şêwe birêve bibe û di bin rêbertiya serok Barzanî bikaribin bi hev re Kurdistaneka bi hêz ava bikîn û di xizmeta berjewendîyên bilind ên gel û welat şiyanên xwe yek bixin û ber bi pêşve pêngavan bavêjin.
Hêviya min serkevtina we ye û herdem di piştivanî û hevkariyê de berdewam dibin.
Mesrûr Barzanî
10.6.2019”