Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Parlamentoya Iraqê: Nêçîrvan Barzanî dê di çareserkirina pirsgirêkan de serkeftî be

Hewlêr-KDP.info- Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got ku ew bi hêvî ye ku Nêçîrvan Barzanî dê di çareserkirina pirsgirêkan de serkeftî be.

Îro Duşema 10 Hezîranê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkeş kir û jê re serkeftin xwest.

Mihemed Helbûsî got: “Em pîrozbahiya rêzdar bira Nêçîrvan Barzanî, weke Serokê Herêma Kurdistana Iraqê dikin. Ev hilbijartin gaveke girîng e bo bihêzkirina proseya siyasî û nimûneyeke zindî ye bo rêzgirtina destûr û îradeya gel. Li aliyekî din, bihêzkirina rola nifşê nû ye di proseya siyasî de ku ezmûneke girîng di dema karên xwe de ligel serkirdeyên nifşê yekem di proseya siyasî de bidest xistin.

Helbûsî destnîşan kir ku ji bo yekalîkirina doseyên asê û welatî jî bikarin mafên xwe bidest bixin, erkê berdewamîkirina diyalogê û pêwendîkirina ligel Bexdayê li benda Nêçîrvan Barzanî ye.

Serokê Parlamentoya Iraqê diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku Nêçîrvan Barzanî dê çareserkirina pirsgirêkan de serkeftî be û wiha pê de çû: “Ji ber ku gelek tehdayên mezin li pêşiya me nin, birayê Serok, weke çawa xebat kiriye ku hun bigihêjin demokrasiyê, niha ji bo pêşketin û avakirinê, xebateke din li pêşiya me ye. Divê em kar ji bo siberojeke geştir û baştir bo Iraqiyan tevî Herêma Kurdistanê bikin, ev jî ji me tê xwestin ku em kar li ser dîtina çareseriyên bilez bo pirsgirêkên asê bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Helbûsî got: “Herêma Kurdistanê ji gelek welatên cîran pêşketîtir e, û welatiyên wê, xwedî maf û azadî û xizmetan in. Herwiha cihekî aram bû, ku hemû Iraqê berê xwe didan wê. Di dema rûbirûbûna DAIŞa terorîst de, xwîna hemû şehîdên me yên qehreman tevlî hev bû.”