Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nûnerê Serokwezîrê Iraqê: Em kar dikin ji bo baştirkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi rêya nûnerê xwe pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û jê ser serkeftin xwst ku xweşiyê bo welatiyên herêmê bicî bike, herwiha got ku ew kar dikin ji bo baştirkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Îro li hola Seed Ebdula ya Hewlêrê merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî birêve çû û têde gotara Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji aliyê nûnerê wî Hemîd Hizî ve hat xwendin.

Hemîd Hizî li ser navê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got: “Em kar li ser bihêzkirina pêwendiya destûrî di navbera navend û herêmê de dikin, ku destûr bingeha sereke ye bo garantîkirina yekperçeya Iraqê û serweriya wê. Tişta ku me dixe pêşiya rêya pêwendiyê, xurtkirina hemahengiyê ye di navbera Bexda û Hewlêrê de,ku em ber bi qonaxeke nû bo avakirinê pêşde biçin.

Nûnerê Serokwezîrê Iraqê peywendiyên di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de wek girîng da zanîn û wiha pê de çû: “Birêzan, em di hikûmeta hevpeymanî de, em girîngiya pabendbûna dualî di navbera navend û herêmê de dizanin, ku hemû doseyên asê li gor destûr û li ser maseya danûstandinan bêne çareserkirin. Bi vê helkeftê, em tekezî li ser dûrxistina Iraqê ji nakokiyên herêmî û kirîzên navdewletî dikin ku kar bo destpêkirina diyalogê û aramkirinê bê kirin ku garantiya aştî û ewlehiyê bo hemû welatên navçeyê hebe.

Di dawiyê de, em serkeftina berdewam bo birêz Nêçîrvan Barzanî di erkên wî de dixwazin ku xizmet û xweşiyê bo welatiyên herêmê bicî bike.”