Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji çekên dijmin bihêztir e

 
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî, şehîdkirina hermareke xortên Kurd ên azadîxwaz sala 1963 li Silêmanîyê ji aliyê Zeyîm Sidîq bi peyamekê bibîr anî û got: “Îradeya gelê Kurdistanê ji çek, firoke û agirê dijmin bihêztir e.
 
Serok Mesû Barzanî bi boneya bibîranîna salvegera şehîdkirina hejmareka azadîxwazên Kurd li Silêmanîyê ji alîyê Zeyîm Sidîq ve û bombebarana Ordîgeha Zêwe li Rojhilata Kurdistanê peyamek belav kirû têde got: “Îro 9ê Hezîranê di dîroka gelê me de rojekî pir li karesat û qurbanîdanê ye.”
 
Di peyama Serok Barzanî de hat gotin: “Di 9ê Hezîrana 1963an de hejmarek ji azadîxwazên Silêmanî amade nebûn sivikayetî bi hêmayên neteweyiya wan de bê kirin, ji bo wê yekê bi destê celladê wê demê Zeyîm Sidîq hatin şehîdkirin û bi xwîna xwe waneya azayetî û xwe bidestvenedanê tomar kirin. Her li rojekî wekî îro di sala 1985an de firokeyên rejîma wê demê ya Iraqê dirindane ordîgeha penaberên Zêweyê borduman kirin û li vê tawanê de hejmarekî zêdeyê koçber û jin û zarokên bê guneh şehîd û birîndar bûn.
 
Dijmin wiha pêşbînî kiribû ku bi şehîdkirin û azardan û şewitandina jin û zarokan serkeftinê bi dest ve tînin û îradeya gelê Kurdistanê têkdişkînin. Lê belê karesata Zêwe ji bo hemû aliyekî xûya kir ku ew ji çek û firoke û agirê dijmin bihêztir e, îradeya gelê Kurdistanê ji bo wan ma û xebat û têkoşîn û cara dawî jî ew îradeya bihêz li ser dijminê bêwîcdan serket. Hezaran silav li şehîdên herdu karesata 9ê hezîranê û hemû şehîdên rêya azadiyê.”