Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îdareya Mûsilê bi fermî daxwaza vegera Pêşmerge dike

Mûsil-KDP.info- Îdareya parêzgeha Mûsilê bi fermî daxwaza vegera Hêzên Pêşmerge dike bo Mûsilê û berpirsekî wê parêzgehê jî dibêje, me daxwaz kiriye ku nava bajarê Mûsilê bikeve destê polîsan û derdora wê jî di destê Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de be.

Cîgirê Parêzgarê Mûsilê Sîrwan Rojbeyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Heya rewşa Mûsilê ji aliyê ewlehiyê ve aram nebe, ti pilaneke me ji bo başkirina rewşa Mûsilê biser nakeve. Ji ber ku tevgera DAIŞê li Mûsilê zêde bûye û ji ber kêmiya hêzên ewlehiyê û leşkeran, ji navenda Mûsilê û heya Şingalê û sînorê Sûriyê hemû di destê DAIŞê de ye.”Sîrwan Rojbeyanî wiha got: “Me daxwaz kiriye ku nava bajêr bikeve destê polîsên navxwe û derdora Mûsilê jî bi hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê bê parastin, ku hêzeke hevbeş bê avakirin û li derdora Mûsilê bê bicîhkirin.”

Derbarê ku îdareya Mûsilê bi fermî daxwaza vegera Pêşmerge ji bo Mûsilê kiriye, Rojbeyanî ragihand: “Erê daxwaz hatiye kirin ku Pêşmerge vegerin navçeyên Kurdistanê li parêzgeha Mûsilê û parastina navçeyê di destê wan de be.”