Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ji ber PKKê di mehekê de 6 welatiyên Başûr bûne qurbanî..“Başûr ne meydana xebata PKKê ye”

 
 
Hewlêr-KDP.info- Çekdarên PKKê binke û navendên xwe li nêzîkî gundên Başûrê Kurdistanê danîne û ji ber wê yekê jî artêşa Tirkiyê li gundên Başûr didin ku tenê di nava mehekê de 6 welatî bûne qurbanî. Parlamenterekî Kurdistanê jî dibêje bila êdî PKK hencetê nede welatên navçeyê ku welatên Başûrê Kurdistanê bikin qurbanî û Başûr ne meydana xebata PKKê ye.
 
Tenê di nava mehekê de ji ber cih û navendên PKKê li nava axa Herêma Kurdistanê 2 welatî şehîd bûne, ku yek li sînorê qeza Mêrgesor bû û yê din jî di yekem roja cejnê de li Zaxo şehîd bû. 4 welatî jî birîndar bûne. Herwiha 2 gund li sînorê Zaxo vala bûne û metirsiya valabûnê li ser nêzîkî 100 gundên Mêrgesor û Sîdekan û Amîdiyê heye.
 
Welatî ji Mêrgesor bi navê Barzan Şêxmûs ji malpera KDP.info re ragihand: “Hebûna PKK li ser sînorê Herêma Kurdistanê ziyaneke mezin ji gundiyên ser sînor re çêkiriye. Berdewam zarokên me li ber dengê top û bombeyan e. Bandoreke mezin li ser wan dike. Herwiha em nikarin ji malên xwe derkevin, ji ber ku berdewam metirsî li ser canê me heye.”
 
Parlamenterê PDKê li Kurdistanê Dr. Zêdan Biradostî ji malpera KDP.info re dibêje: “Em piştgiriyê li xebata aştiyane ya Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê dikin, lê em naxwazin pirsgirêkên siyasî ji bo Herêma Kurdistanê çêbibin ji ber PKKê. Meydana xebata PKKê ne Başûrê Kurdistanê ye û ne navçeyên sînorê yê Başûr in. Mixabin ji ber cih û navendên wan ziyaneke mezin gihîştiye xelkê Herêma Kurdistanê.”
 
Wî parlamenterê PDKê wiha got: “Bi sedan gundên Başûrê Kurdistanê ji ber şerê PKK û Tirkiyê mane bê avedanî û bi salan e ku artêşa Tirkiyê ji ber PKKê li gund û navçeyên Başûrê Kurdistanê dide û berdewam xelkê Başûr dibin qurbanî wî şerî. Ew jî jibilî ziyanên madî. PKK jibilî ku gumrik û pereyan ji xelkê Başûr distîne, berdewan hincetê dide welatên navçeyê ku sînor derbas bikin û li Başûrê Kurdistanê bidin. Pêwîst e PKK ji wan navçeyên sînorê derkeve û xelkê wan gundan vegerin ser mal û zeviyên xwe.”