Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî Cejna Remezanê pîroz dike

 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Cejna Remezanê, di peyamekê de pîrozbahî li Misilmanan kir. Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku ev cejin bibe sedema xêr û xweşiyê bo hemûyan û palderê hemû aliyekî be bo yekrêzî û aştiyê.
 
Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û têde dibêje, bi helkefta hatina Cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahî destpêkê li malbatên serbilind ên şehîd, enfalkirî û Pêşmergeyên qehreman û paşê li hemû Misilmanên Kurdistan, Iraq, cîhan û rewenda Kurdistanê li derveyê welat dikim.
 
Nêçîrvan Barzanî hêvî dike ku ev cejin bibe sedema xêr û xweşiyê bo hemûyan û palderê hemû aliyekî be bo yekrêzî, aştî, aramî, berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê, erk û berpirsyariya xwe li beramber gel û niştiman bînin cih.
 
Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê hêvî dike ku hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê cejin, bîranîn û helkeftên siberojê bi saya kûrbûna zêdetir a kultura bihevre jiyan, tebayî, pirrengî, aramî, avakirin, pêşketina berdewam û di nav jiyaneke baştir de pîroz bikin.