Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî cejna Remezanê li malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman pîroz dike

 
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Remezanê di peyamekê de pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê kir.
Serok Barzanî got: "Bi helkefta Cejna Remezana pîroz germtirîn pîrozbahî li Misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim."
Serok Barzanî dibêje: "Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilind ên şehîd û Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û herwiha hemû karmendên ewlekariyê yên Kurdistanê dikim."
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku rojî û îbadeta meha pîroz a Remezanê ji hemû Misilmanan wergirtibe û ev cejin bibe sedema bidawîbûna nexweşî û kavilkarî û vegera aramiyê bo hemû mirovayetiyê."