Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îsmalî Beşekçî: Nêçîrvan Barzanî kesekî pir pêşkeftî û serkeftî ye

Duhok-KDP.info- Nivîskarê mezin û civaknasê Tirk û dostê dêrîn ê gelê Kurdistanê Îsmaîl Beşekçî dibêje, hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bo serokatiya Herêma Kurdistanê pir erênî û girîng e û nexasim jî di vê dema niha de.

Îsmaîl Beşekçî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hilbijartina Nêçîrvan Barzanî gelekî di cihê xwe de bû. Nêçîrvan Barzanî jiyana xwe xistiye xizmeta Kurd û Kurdistanê de.”

Beşekçî wiha got: “Nêçîrvan Barzanî ji aliyê dîplmatîk û siyasî de pir pêşkeftî û serkeftî ye, lewma jî di vê dema niha de hilbijartina wî bo serokê Herêma Kurdistanê pir girîng e. Ew di civînên xwe de behsa zilma ku Kurdan hatiye kirin, dike û ev yek jî pir girîng e.”

Wî dostê gelê Kurd wiha domand: “Nêçîrvan Barzanî pir hêja ye ji bo kursiyê serokatiya herêmê û pêwîst e ji bo têkelî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên derdorê û welatên derve ku kesekî dîplomatî jêhatî ye.”