Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Zilma ku li navçeyên 140 li Kurdan tê kirin nayê qebûlkirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî peyamek li ser rewşa jiyana welatiyên li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê belav kir û ragihand: “Sepandina vê rewşê li ser cotyaran û xelkê sivîlê wan navçeyan bi ti awayekî nayê qebûlkirin.”

Peyama Serok Barzanî ya ji bo raya giştî

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Şewitandina dexl û danên hemwelatiyên Kurd li navçeyên maddeya 140 û herwiha kuştin û azardan û birîndarkirina xelkê Kurd li wan navçeyan ku ev demek e bûye diyarde û rojane tê encamdan, tawanekî mezin e û zulmekî eşkere ye li hemwelatiyên bêtawan ên Kurd tê kirin.

Tiştê li van navçeyan tê jiyîn, binpêkirina yasa û destûr û bihayên mirovayetiyê ye û zengê metirsiyê ye jî ji bo jiyana xelk û paşaroja wan navçeyan. Ev zilma ku rojane tê kirin, sizadan û hilkişandina xelkê ye ji ser nasnameya neteweyî.

Sepandina vê rewşê li ser cotyaran û xelkê sivîlê wan navçeyan bi ti awayekî nayê qebûlkirin û pêwîst e civaka navdewletî û aliyên peywendîdar li ser vê rewşa neasayî bêne deng û Hikûmeta Iraqê jî divê berpirsiyariyê hilbigrê û dawî bi wê sîtem û yasaşikandinê bîne ku li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li dijî hemwelatiyên Kurd tê encamdan.

Mesûd Barzanî

30.05.2019”