Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hevpeymaniya Navdewletî dê heta dawiya salê Pêşmerge perwerde bike

 

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Qareman Kemal dibêje pilaneke Hevpeymaniya Navdewletî heye ku berdewam be li ser perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge heya dawiya salê.

Lîwa Qareman Kemal ji malpera KDP.info re ragihand: “Navendek heye bi navê navenda perwerdeya Hevpeymaniya Navdewletî, ku mamosteyên wan ên Hevpeymaniya Navdewletî ne û perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge.”

Qareman wiha got: “Bi 2 coreyan Pêşmerge tên perwerdekirin, ya yekê bi şêweyekî girûp û ya din jî bi şêweyê yek bi yek. Lewma ew dema ku bernameyê ji bo perwerdeya leşkerî datînin, ji bo salekê dartînin û ew perwerde destpêka salê destpê kir û dê heya dawiya vê salê berdewam be, ku heya wê demê bernameya wan bi dawî hatibe.”