Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fermandarên Pêşmerge: Em ji Serok Barzanî fêrî berxwedan û xweneçemandinê bûn

 

Duhok-KDP.info- Fermandarên Hêzên Pêşmerge dibêjin, ew ji Serok Mesûd Barzanî hîn û fêrî pêşmergayetî û xweneçemandin û parastina ax û niştimanperweriyê bûne, ji ber ku ew kesê ku Serok Barzanî li çeperên şer dîtibe, dizane nirxê Kurdistanê çiqas e û pêşmerkayetî jî çiqasî pîroz e.

Fermandarê Lîwaya Yek a Leşkerê Roj Bedel Bendî ragihand: “Serok Barzanî em hîn kirine ku pêşmergayetî û parêzgariya li şeref û rûmeta xelkê Kurdistanê mezintirîn kursî û pile ye di jiyanê de.”

Ev 57 sal e ku Serok Barzanî Pêşmerge ye ku Serok Barzanî berdewam pêşmergayetiyê wek mezintirîn pile û kursî dibîne di jiyana xwe de.

Bedel Bendî, ew fermandarê mezin e ku di dastana Sihêla de fermandar bû û tê de daxwaz ji Pêşmeege dikir ku xwe neçemînin. Ew ji malpera KDP.info re dibêje: “Şerê Sihêla û Eyin Uêz û Mehmûdiye, ew şerê zehmet e yê ku bi ser Kurdan de hatiye sepandin, şerekî yekalîker û mezin bû, lê xwedî îrade bûn û em bi serperiştiya Serok Barzanî biser ketin.”

Bendî wiha didomîne: “Hemû kur û neviyên Serok Barzanî di çeperên pêşî yên wî şerî de bûn û nedixwest canê ti pêşmergeyekî bikeve metirsiyê de. Lê Pêşmerge canê xwe xistibûn ser destê xwe ji bo parastina hemû Kurdistanê.

Bedel Bendî wiha dibêje: “Em ji Serok Barzanî hînî berxwedanî û kolnedan û xweneçemandinê bûn, ji ber ku Kurd ji wê rêbazî dikarin mafên bidest bînin û bighên serxwebûnê. Di 57yemîn salvegera pêşmergayetiya Serok Barzanî de, emê her hevrêbaza Serok Barzanî bin.Em soz didin ku emê li ser wê riyê parêzerê rast bin ji ax û welat re.”

Her derbarê vê yekê de, hevalekî pêşmergayetiyê yê Serok Barzanî dibêje, Serok Barzanî berdewam sade bû, qet xwe li ser ti pêşmergeyekî mezin nedikir. Serok Barzanî qet qebûl nedikir ku kes sivkatiyê bi pîroziyên Kurdistanê bike.

Fermandar Babekir Zêbarî dibêje: “Ji zarokîtiyê de ez hevalê Serok Barzanî bûn û di hemû şeran de pê re bûm. Wî herdem xwe dixist pêşiya hemû Pêşmergeyan û digot bila dila malbata min bişewite lê dilê dayikeke Kurd neşewite lewma herdem di hêla pêşî de bû.”

Serok Barzanî û zarok û neviyên xwe di şerê DAIŞê û Heşda Şeibî de jî di çepera pêşî ya şer de bûn û digotin bila tank bi ser sîngê me de derbas bibin lê bila em şermezarî gelê xwe nebin.

Di proseya referandûmê de jî, Serok Barzanî digot: “Me deryayeke xwînê ji bo serxwebûnê daniye û nabe em em şermezar bin li cem gelê xwe.”

Emîd Simê Boselî ku yek ji fermandarên Pêşmerge ye, amaje bi wê yekê dike ku di şerê li dijî DAIŞê de, 57 rojan Serok Barzanî li Rebîhe di nava otomobîlê de xwe dikir, ku ew jî piştevaniyeke pir mezin bû ji bo hemû pêşmergeyan.

Simê Boselî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hebûna Serok Barzanî û kur û neviyên wî li çeperên pêşî yên şer moraleke pola dida tevahiya Hêzên Pêşmerge û ew yek bû sedem ku em li dijî dijmin biser ketin.”