Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Di salvegera Şoreşa Gulanê de îradeya gelê Kurdistanê ji bo mafên rewa bihêz e

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 43yemîn salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir û tê de got, Şoreşa Gulanê şoreşek bû ji berdewamiya xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê li dijî zilm û dagîrkariyê.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Yek ji bîranînên bi rûmet ên meha Gulanê, salvegera hilgîrsandina Şoreşa Gulanê, ku şoreşek bû ji berdewamiya xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê li dijî zilm û dagîrkariyê.

Şoreşa Gulanê, qonaxeke girîng e ji berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistane û ku bi zelalî ew peyam ragihandin ku bi plangêrî û nepakî û agir û hesin kes nikare dengê gelê me qût bike û me neçar bike dest ji azadîxwazî û mafên xwe yên rewa berdin. Eger di qonaxekê de jî xebata gelê Kurdistanê rastî rawestan û şikestinê hatibe, lê gelê me xwe naçemîne û bi îradeyekî polayîn dijayetiya dagîrkaran dike û heta dawî li pey mafê xwe yên rewa şoreş û berxwedanê dike.

Di çil û sêyemîn salvegera Şoreşa Gulanê de, silavan dişînin ji bo hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman û wan niştimanperwerên ku bindestiyê red kirin, û westandin û koçberiyê hilbijartin û qurbaniyê dan û di kêmtirîn dem de şoreşek pêxistin.

Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Şoreşa Gulanê û şehîd Seyîd Abdullah yekem şehîdê Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê. Silav li xweragirî û azayetiya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbanîdana xwe serfîraziyê ji bo gelê xwe pêkanîn.

Di vê salvegerê de em tekez dikin ku îradeya gelê Kurdistanê bihêz e û tevî hebûna plangêriyan, lê belê gelê me bi îradeyeke bilindtir ji berê têkoşanê dike ji bo bidestxistina mafên rewa yên xwe û berdewamiyê dike di peyama aştî û pêkvejiyanê.

 

Mesûd Barzanî
25.05.2019”