Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Xaneqîn dest bi şewitandina baxên Kurdan kirine

 
Xaneqîn-KDP.info- Heta niha zêdetirî 700 donim zeviyê çandiniyê yê Kurda hatine şewitandin ku niha jibilî şewitandina genm dest bi şewitandina baxên Kurdan hetiye kirin.
 
Cîgirê Serokê Encûmena Bajarokê Xaneqîn Ednan Mensûr ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha zêdetirî 700 donim zeviyê Kurdan hatiye şewitandin û niha jibilî genim dest bi şewitandina baxan jî bûye, ku hinek ji wan baxan temenê wan 150 sal e, lewma jî pirsgirêk pir mezin bûye û pêwîstî bi çareseriyeke bilez heye.”
 
Li gorî gotina Ednan Mensûr Parlamentoya Iraqê hewl dide ji bo çareseriyê, lê pirsgirêk ji komîteyên parlamentoyê û divê ew pirsgirêk li ser asteke bilindtir çareser bibe.