Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Ji ber nebûna Hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanê DAIŞ derketiye”

 
Navçeyên Kurdistanî-KDP.info- Terorîstên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 dest bi tevgerê û şewitandina genimê cotkaran kirine û bac û serane jî ji welatiyên Kurd distînin. Pisporek di warê girûpên Îsalmî yên tundrew de jî dibêje, îstixbaratên welatan ji bo armancên xwe DAIŞ bikar tînin, herwiha nebûna Hêzên Pêşmerge li wan navçeyên Kurdistanê rê ji DAIŞê re vedike ku serî hilde.
 
Soran Sîwekaneyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê xwedî adyolojyayekê ne ku dikarin her karekî terorîstî metirsîdar bikin. Ew ji aliyê îstixbarat û dezgehên welatan ve bikar tên ji bo berjewendiya wan welatan. DAIŞ jinav naçe, dibe ku demekê bêdeng bibe û hêza wê kêm bibe, lê dîsa îstixbaratên welatan wan bikar tînin ji bo armancên xwe û wan bihêz dikin ji bo çalakiyan.”
 
Sîwekaneyî wiha got: “Niha li navçeyên Kurdistanî dîsa tevgera DAIŞê dest pê kiriye, ew jî ji ber nebûna Pêşmerge li wan navçeyan ku sûd ji valahiya ewlehî stendine. Hêzên Iraqê nikarin wan navçeyan biparêzin û nikarin xwe jî biparêzin. Nêzîkî 10 hezar çekdarên DAIŞê li Iraqê mane.”