Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Xaneqîn jî erd û genmê Kurdan dişewitînin..Destê Heşda Şeibî tê de heye

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê Şaxa 15 a PDKê li Xaneqîn Şêx Ceifer Şêx Mistefa dibêje, şewitandina erd û genmê Kurdan li sînorê Xaneqîn berdewam e û heta niha nêzîkî 700 donim hatiye şewitandin. Ew dibêje, destê Heşda Şeibî di wî karî de heye û êdî xelkê navçeyê nema karin tehemûl bikin.

Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Şewitandina genmê cotkarên Kurd berdewam e û heta niha 700 donim şewitînê ye. Tenê li Celewla 150 donim şewitî ye. Genm û cehê ku maye nehatiye şewitandin ji ber ku hêj ter e û eger ne ter ba dê ew jî şewitandibana.”

Wî berpirsê PDKê li Xaneqîn wiha got: “Xelkê Xaneqîn êdî nema karin tehemûl bikin û di daxwaz dikin bi zûtirîn dem Pêşmerge vegerin navçeyê. Ez bawer nakim ku DAIŞ wî karê şewitandina genmê Kurdan dike. Destê Heşda Şeibî tê de heye. Ji ber ku her çekdarekî DAIŞê hebû, niha bûye çekdarê Heşda Şeibî.”

Tê zanîn ku piştî genmê Kurdan li navçeyên Kurdistanî yên dagîrkirî hişk bûye, li navçeyên derdora Kerkûkê û li Xaneqîn Ereb bi piştevaniya Heşda Şeibî agir berdidin wan erdan û genim dişewitînin.