Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bexda hêzeke taybet ji bo Şingalê ava dike

 
Şingal-KDP.info- Biryar e ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hêzeke taybet û nû ji bo Şingalê bê avakirin. Çalakvanekî Kurdên Êzdî jî dibêje, ji bilî Hêzên Pêşmerge, çi hêzeke din bê navçeyê dê rewşê aloz bike û çareser nake.
 
Serokê Rêxistina Civîn a Kurdên Êzdî Kawe Xetarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e hêzeke nû ji bo devera Şingalê bê avakirin. Gelek aliyên Iraqê hewl didin ji bi avakirina hêzeke taybet bi Şingalê, lê bi baweriya me ji ber zêdebûna hêzên leşkerî li Şingalê rewş li navçeyê aloztir dibe, ji ber ku ew hemû hêzên ku niha li Şingalê ne, neyasayî ne.”
 
Kawe Xetarî wiha got: “Her hêzek ku li Iraqê hebe, girûpeke wê li Şingalê jî heye. Her aliyek û li gorî hebûna xwe destê xwe dixe nava rewşa Şingalê. Hebûna her hêzekê li Şingalê ji bilî Hêzên Pêşmerge ziyanê dighîne Kurdên Êzdî.”
 
Wî çalakvanî wiha domand: “Nivîsingeha Karûbarê Kurdên Êzdî li bajarê Mûsilê tê vekirin, ew jî piştî ku hejmareke rewşenbîr û çalakvanên Şingalê daxwaza wê yekê ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kirbûn. Divê ew nivîsingeh ser bi Hikûmeta Iraqê ve be û nabe ti aliyeke din ji Iraqê destê xwe têxe nava karê wê ofîsê de û hikûmet bi xwe xizmeta Kurdên Êzdî bike.”