Şingal-KDP.info- Rewşa Şingalê roj bi roj xerabtir dibe û Qaymeqamê Şingalê dibêje, êdî ew rewşa xerab a Şingalê ji dest derketiye.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çendîn sal e ku koçberên Şingalê di kampan de dijîn û rewşa bajêr ji dest derketiye û tiştek bi navê yasya û îdare û birêvebirin li wir nemaye. Şingal bûye cihekî wêran.”
Xelîl wiha got: “Rêxistin û saziyên mirovî ji ber rewşa xerab a ewlehiyê li wir, nikarin alîkariyan bighînin Şingalê.”
Mehma Xelîl wiha domand: “Bi dehan kom û girûp li Şingalê çêbûne û piraniya wan Erebên derdora Şingalê ne, ku destê wan di komkujiya Êzdiyan de hebû.”
Qaymeqamî Şingalê dibêje: “Rewşa Şingalê pêwîstiya wê bi çareseriyeke navdewletî heye û pêwîst e hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê pêkve hewl bidin ji bo çareserkirina wê.”