Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Mêrgesor ji ber şerê PKK û Tirkiyê kesek şehîd bûye

Mêrgesor-KDP.info- Ji ber şerê di navbera PKK û Tirkiyê de li Çiyayê Botîn ê ser bi sînorê Mêrgesor ve, welatiyekî Başûrê Kurdistanê şehîd bûye, ku ji bo danheva giyayê buharê li wê navçeyê bû.

Rêveberê Nahiyeya Şêrwan Mezin Kovan Serukanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro welatiyekî gundê Pêndiro li sînorê Mêrgesor ji bo danheva giyayê buharê çûbû Çiyayê Botîn, lê ji ber derketina şer di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de, şehîd bûye.”

Bi gotina Serukanî termê wî kesî nehatiye dîtin û xelk li pey termê wî digerin, da ku bînin û veşêrin.