Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Baregeha Barzanî sersaxiyê ji malbata rehmetî Ehmed Qasim Oxlo re dixwaze

Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbata Serkirdeyê Partiya Demokrat a Kurdistanê- Bakur (PDK-Bakur) û Nivîskar Ehmed Qasim Oxlo re xwest.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rehmetî Ehmed Qasim Oxlo

Bi xem û dilgiraniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiya siyasî û wêjevan Ehmed Qasim Oxlo bihîst.

Birêz Ehmed Qasim Oxlu yek ji diyartirîn serkirdeyên PDK-Bakur bû, bi salan di nava wê partiyê de xizmeta pirsa netewî û niştimanî kiriye û herwiha di warê wêjeya Kurdî de bi şêwezarê Zazakî cihê destê wî xuya ye.

Em hevxemiya xwe ji bo malbata wî têkoşerî nîşan didin û sersaxiyê ji meriv û dostên wî re û ji hevalên PDK-Bakur re dixwazin.

Ji Xwedayê mezin lavakar in ku aramiyê bide we û cihê rehmetî bihuşta berfireh be.

Baregeha Baranzî

15.5.2019”