Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ji Mexmûr heta Xaneqîn DAIŞ dest bi tevgerê kiriye..Xelkê daxwaza vegera Pêşmerge dikin

 

Mexmûr-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li sînorê Mexmûrê Lîwa Ziryan Şêx Wesanî ragihand ku çekdarên DAIŞê li devera wan diçin ser gundên Kurdan û gefê li wan dixwin û niha xelkê li wir di bin metirsiyeke mezin de ne.

Lîwa Ziryan Şêx Wesanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê roj bi roj ew navçeyên ku di bin destê wan de ne berfirehtir dikin. Berê tenê diçûn ser gundên Kurdan ku 20 gund in, lê niha diçin ser gundên Ereban jî li sînorê Qerac û Baqirt û Qereçûx û çend navçeyên din û ji wan re dibêjin divê hûn ji genimê xwe yê îsal %15 bidin me û xwediyê derasan jî %40 ji pereyên xwe bidin DAIŞê û eger wê yekê bicîh neynin, ewê agir berdin genim û cehê cotkaran.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Xelkê wan gundên di bin gefa DAIŞê de hewara xwe tînin cem Pêşmerge û daxwaz dikin ku Pêşmerge vegerin û valahiya ewlehî ya ku li navçeya wan çêbûye, tije bikin, ji ber ku hêzên Iraqê nikarin parastina wê deverê bikin. Rojane terorîstên DAIŞê karên terorîstî dikin û niha ji Mexmûr heta bi Xaneqîn tevgera DAIŞê zêde bûye.”