Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiyan û di wê hevdêtinê de herdû aliyan rewşa Îran û Sûriyê gotûbêj kirin.
Di civînê de, Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir û herwiha behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de kir.
Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kêfxweşiya xwe nîşan da bi rêkeftina partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo avakirina hikûmetê û herwiha ji ber başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê.
Di civînê de behsa navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 hat kirin û herdû aliyan tekez kir li ser normalkirina rewşa ewlehiyê li wan navçeyan û li ser vegera xelkê wan bo ser mal û halê xwe, ew jî bi hevahengiya Hewlêr û Bexdayê.
Di civînê de rewşa deverê bi giştî û çend mijarên girêdayî bi rewşa Sûriye û Îranê, hatin gotûbêjkirin.