Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir û di wê hevdîtinê de got, di navbera Hewlêr û Bexdayê de vîna çareseriya pirsgîrêkan peyda bûye.
Di hevdîtinê de, li ser dawî rûdanên li Iraqê û herêmê, rewşa siyasî, kabîneya nû ya hukimeta herêma Kurdistanê, rewşa bi taybet a Şingal û Kerkûkê û bi giştî ya deverên Kurdistanî li derveyî îdareya herêma Kurdistanê hatin girtin a dest.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir, ku hukimeta nû dê li gor hêvî û daxwazên gelê Herêma Kurdistanê tevbigere.
Li ser pêwendiyên herêma Kurdistanê û Iraqê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê diyar kir ku di navbeyna aliyan de vîn a çareseriya pirsgîrêkan peyda bû ye.
Ji aliyê xwe ve Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kêfxweşiya xwe liser pêşhateyên li herêma Kurdistanê anî ziman û destnîşankir, ku Neteweyên Yekgirtî dixwaze rolek erênî di nêzîkahiya aliyan de û çareserkirina nakokiyan de bilîze.
Herwiha rûdanên dawî li Iraqê û herweha têkoşîna dijî terorê jî hatin axaftin.