Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li malbata Wekîl Mistefayev kir: Mistefayev têkoşerekî mezin ê gelê Kurd bû

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li malbata Serokê Kurdên Qafqasyayê Wekîl Mistefayev kir û Serok Barzanî ew bi têkoşerekî mezin ê Kurd û xwedan helwest da zanîn û ragihand, her kesek xizmeta gelê xwe kiribe û di nav dilê miletê xwe de be, ew herdem bi nemir dimîne.

Îro Yekşema 12.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya malbat û kesukarên siyasetmedar û serkirdeyê Kurdên Qefqas xwedê jêrazî Wekîl Mistefayev kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Wekîl Mistefayev sersaxî û hevxemiya xwe bi malbat û mervên xwedêjêrazî gihand. Serok Barzanî Wekîl Mistefayev bi têkoşerekî mezin ê gelê Kurd û xwedî helwest da zanîn û ragihand ku her kesek xizmeta gelê xwe kiribe û di nav dilê miletê xwe de be, ew herdem bi nemir dimîne.

Her di vê hevdîtinê de malbata Wekîl Mistefayev spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazîkirin û girîngîdana bi rehmetî û herwiha veşartina termê Mistefayev li Başûrê Kurdistanê, ku axa wê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Herwiha gotin ku, Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê cihê hêviya hemû Kurdên cîhanê yê.

Di beşeke di a vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê mala hemû Kurdekî ye û ev welat bi xwîna şehîdan dirust bûye û bi xwîna şehîdan jî tê parastin.