Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdanê ye

 
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya 45.mîn salvegera bidarvekirina jina Kurd Leyla Qasim peyamek belav kir û tê de got, Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdanê ye ji bo me hemûyan.
 
Ev jî tekesta peyama Serok Barzanî ye:
 
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
 
Îro çil û pênc sal li ser sêdaredana Leyla Qasim û rêhevalên wî da derbas dibe. Leyla Qasim bi sedema Kurdbûn û azadîxwazî û bîr û baweriyê ve giyana xwe gorî kir û hate şehîdkirin.
 
Leyla mînakeke bilind e ya keça Kurd. Miirovê Kurd şehîdbûna wê weke şanaziyekê qebûl kir û serê xwe ji bo dijmin û celladan nizim nekir û dîrok ji bo xwe û gelê xwe nivîsand.
 
Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdanê ye ji bo me hemûyan. Ew bi şehîdbûna xwe ji bo dost û dijminan piştrast kir ku wefadariya ji bo Kurdistanê di ser her tiştekî re ye û mirina bi şêweyê serbilindane pir bihatir e ji jiyana bindestî.
 
Silav li giyanê pakê şehîd Leyla Qasim û hevrêyên wê û hemû şehîdên rêya azadiyê...
 
Mesûd Barzanî
12.05.2019”