Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî salvegera damezrandina Laliş pîroz kir

 
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîst û şeşemîn salvegera damezrandina Binkeya Laliş peyameke pîrozbahiyê belav kir.
 
Ev vî peyama Serok Barzanî ye:
 
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
 
Birêz Serok û Endamên Desteya Bilinda Binkeya Laliş
 
Bi helkefta bîst û şeş saliya damezrandina Binkeya Laliş pîrozbahiyê li we yên birêz û endam û kadirên Binkeya Laliş û hemû xuşk û birayên Êzdî dikim. Ji bo karkirin û pêşxistina çalakiyên civakî û kultûrî û xizmetkirina xuşk û birayên Êzdiyan, destxweşiyê li hewl û keda we dikim.
 
Bi vê helkeftê ve hêviya serkeftin û berdewamiyê li erk û karên we de dixwazim û bi tevahiya piştevaniya xwe ji bo we yên birêz radigihînim. Hêviya bextewerî û aramî û vegerandina hemû xuşk û birayên Êzdiyan li ser jiyana xwe ya asayiyê dixwazim.
 
Her serkeftî bin û bimînin bi xêr û xweşiyê da
 
Mesûd Barzanî
12.05.2019”