Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî salvegera damezirandina Bingeha Laliş pîroz kir

 
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bîst û şeşemîn salvegera damezirandina Bingeha çandî û rewşenbîrî ya Laliş pîroz kir û çend soz da kurdên êzîdî.
 
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi helkefta bîst û şeşemîn salvegera saziya Laliş peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li desteya bilind ya Laliş li Dhokê kiriye û ragihandiye, Bingeha Laliş mîna kaniyekê ye ku dirije nav rûbarê rewşenbîriya kurdî.
 
Nêçîrvan Barzanî çend soz jî dane Kurdên Êzdî û gotiye, hikûmeta Kurdistanê dê li ser piştevanîkirin û alîkarîkirina Lalş û hemû sazî û dezgehên Êzdiyan berdewam be, hewlên rizgarkirina revandiyên Êzdî dê û xebatên bi jenosîdnasandina karesata Şingalê jî dê bidomin.
 
Serokwezîrê Kurdistanê li ser ji nû avakirina Şingalê jî gotiye, dê hemû hewla xwe bidin da ku Şingal û hemû cih û warên Êzdiyan yên ku ji ber şer wêran bûne, bihên avedankirin û tenahî û aramî li wan vegere.