Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li ser raspardeya Nêçîrvan Barzanî, Wekîl Mustafayev li Kurdistanê hat veşartin

 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistana Sor û welatparêzê navdar Wekîl Mustafayev li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, li Goristana Şêx Ehmed bi xakê hate spartin.
 
Mamosteyê Zanîngehê Rezwan Badînî ragihand: “Wesyeta Wekîl Mustefayev ew bû ku li Herêma Kurdistanê bê veşartin û li ser wê wesyetê îro li Herêma Kurdistanê hat veşartin.”
 
Berî xekspartina Mustafayev li Halla Saad Adbullah bi beşdariya hejmarek mezin a rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê û hejmarek zêde yên hezkiriyên Mustafayev ji herçar perçeyên Kurdistanê beşdarî kirin.
 
Wekîl Mustafayev di sala 1938an de hatibû dinyayê. Di jiyana xwe ya berxweder de têkoşîna Kurdistanê bandor li tevayiya jiyana wî kiribû. Şopgerê rêbaza Barzaniyê Nemir bû.
 
Di 19ê Nîsanê de li Beljîka jiyana xwe jidest da