Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok bo Kurdistan

 

Aryan Ferec


Ev rêveberiya Kurdî ya ku li Başûrê Kurdistanê heye, piştî şikestin û bêhêviya çend ezmûna û derfetan, bidest hatiye. Heya niha mezintirîn destkefta siyasî ya Kurdî ye ku di dîroka me ya tije xebat de û di pêvajoyên bêderfet û bindestî û tevliheviya siyasî de, bidest hatiye.

Sal li pey sal derbas dibin û ev ezmûn her berdewam e û roj bi roj zêdetir tirs li ser namîne ku wek ezmûneyên berê yên Kurdan, jidest biçe. Eger di nava hevrkiyan û pirsgirêkan de be jî, hema li lingê xwe ye û birêve diçe û venegeriye ye. Hemû hewl û xebatên ji bo jinavbirin û hilweşandina vê rêveberiyê, hatin tunekirin. Her ku dem diçe û yek li pey yek ji astengî û girêkên ku dikevin pêşiya wê, dişkîne û rêya karwanê pêşeftinê li pêşiya xwe vedike. Êdî bi hemû pêwerekî ev ezmûna takane hêviya niha û omêd e bo pêşeroja neteweya Kurdî. Li cem Kurdistaniyan ti erkek nakeve pêşiya erkê bihêzkirin û qayimkirina vê rêveberiyê, da ku bighê armancên xwe.

Karakirina dezgehên serweriya Herêma Kurdistanê û nûkirina rewatiya wan dezgehan û bexşîna gir û tîneke nû, di vê qonaxa hestiyar û pir eger û pêşhate de, erkê herî sereke yên nuxbeya siyasî ya Kurdistanê ye, di ser hemûyan re jî karakirin û aktîvkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê ye, ew jî wek sembola yekîtiya ax û gelê Kurdistanê ye. Wek dezgehekê ku li ser hemû astan nûneratiya pêgeha hevgirtin û hêziyê dike û nîşana desturbûna Kurdistanê ye.

Ji bo aktîvkirina Serokatiya Herêma Kurdistanê, gelek bigre û berde di nava partiyên siyasî de çêbû û demeke dirêj pê çû, lê di dawiyê de tişta ku ji bo bihêzbûna Kurdistanê pêwîst bû, ew çêbû û Parlamentoya Kurdistanê ew yasa pesend kir û nêzîk dê serokê Herêma Kurdistanê bê hilbijartin.

Vêga ew serok li ser daxwaza partiyên siyasî dê çend cîgirên wî hebin û dê deselatên cîgiran çi be, li gorî pisporên PDK, mijareke lawekî ye û di dawiyê de ya girîng ew e ku Kurdistan xwedî serok be.