Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Kurd dê di hikûmeta demkî ya Sûriyê de beşdar bibin”

Sûriye-KDP.info- Di çend rojên borî de biryar hatiye dan ku gereke din ji hilbijartinan birêve biçe ji bo diyarkirina rêveberiyeke nû, hem ji bo hikûmeta demkî ya Sûriyê, ku ji aliyê hêzên opozisyonê ve birêve diçe, hem jî ji bo Îtîlafa Sûriyê. Siyasetmedarekî Rojavayê Kurdistanê jî dibêje, Kurd dê bê carê di hikûmeta demkî ya Sûriyê de beşdar bibin.

Dr. Kawe Azîzî ku serkirde ye di Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e desteyeke nû bo hikûmeta demkî ya Sûriyê bê diyarkirin, ku ew hikûmet ji aliyê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê ve tê birêvebirin, bi taybetî jî li wan navçeyên di bin deselata hêzên Erebî de ye.”

Kurd heta niha di wê hikûmeta demkî de beşdar nebûne, tevî ku ji mafê wan e beşdar bibin û çend wezaretan werbigrin, ji ber ku beşek ji wan navçeyên di bin destê opozisyona Sûriyê de Kurd jî hene, ku ew hikûmet li navçeyên Bab û Îdlib û Ezaz û gelek navçeyên din heye û hejmareke mezin ji Kurdan xelkê wan cihan hene, nexasim jî li Îdlib.”

Azîzî wiha got: “Hewl hene ku Kurd jî di hikûmeta demkî de beşdar bibin, nexasim ku beriya çend rojan nûnerê ENKS beşdar bû konferansa hilbijartina desteya nû ya Îtîlafê de beşdar bû.”