Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Bila hatina Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistanê

 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi helkefta hatina meha Remezanê di peyamekê de pîrozbahiyê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê dike û dibêje: “Hêvîdar im hatina Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistanê.”
Ev jî naveroka wê peyamê ye:
 
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
 
(Şehr remezan allezî anezil fiye alquran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)
 
- Sadaq allah al azîm-
 
Bi helkefta hatina meha remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.
 
Hêvîdar im hatina meha pir bereket û dilovanî ya Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û Iraq û hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundî û belavbûna aştî û pêkvejiyan û bexteweriyê ji bo hemû mirovayetiyê.
 
Mesûd Barzanî
30 Şe'ban 1440 koçî
05.05.2019 zayînî”