Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şanda HUDAPAR a Bakurê Kurdistanê bi Serok Barzanî re civiya

 

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Partiya Doza Azad (HUDAPAR) bi serokatiya Serokê Giştî yê HUDAPARê Ishak Saglam serdana Serok Mesûd Barzanî kir. Şanda HUDAPARê ragihand ku ew agahdar in ku ji bo berevanîkirina mafê gelê Kurdistanê xebat û keda Barzanî hebûye.

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê (30.04.2019) li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê pêşwazî li şandeke bilind a HUDAPARê re kir ku serok giştî wê partiyê û cîgirê wî û hejmareke endamên rêveberiya partiyê di nav şandê de amade bûn.

Di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewş jiyana gelê Kurd li wî welatî û herwiha pêşhateyên vê dawiyê yên herêmê gotûbêj kirine û şanda HUDAPARê bi kurtî behsa kar, çalakî armancên partiya xwe kirine.

Herwiha di civînê de şanda HUDAPARê re destnîşan kiriye ku ew dizanin ji bo berevanîkirina mafê gelê Kurdistanê xebat, ked û hewldanên Barzanî hebûye.

Di beşeke din a civînê de tekez li xebata siyasî û aştiyane ya gelê Kurd a ji bo mîsogerkirina mafên xwe kirin û herdû alî jî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera xwe de hevrê bûn.